Polêsê Netewî ya Ekvadorê, daxuyand ku di kantona Camilo Ponce Enríquez a wîlayeta Azuayê li madena zêran di navbera du çeteyên sûcdar de bi çekan şer derket.

Polês, diyar kir ku di encama pevçûnan de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran diyar kirin ku di navbera endamên çetayên Los Lobos û Los Lobos Boxê de ji ber îhtîlafan ev bûyer çêbûye.

Li gorî çavkanîyên leşkerî, pevçûn nêzê seatekî berdewam kirîye û dûre li herêmê çek, cebilxane û hinek tiştên ku hatine şewitandin hatin dîtin.

Polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)