Qeza, di seat 05.30yan de li alîyê Taxa Doganlarê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxisitn, otobûseke rêwîyan ya ku di bin îdareya Ş.Ç. de bû û sefera Bodrum-Wanê dikir, ji Qeyserîyê dema derbasê Meletîyê dibû ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gêrê şerempolê bû.

Di encama qezayê de 2 jê giran 21 rêwî û muawînê otobûsê birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme, îtfaîye û AFADê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)