Îşxalkerên sîyonîst, doh serê sibehê êrîş Mescîdî Eqsayê kirin. HAMASê ku ji êrîşê re bertek nîşan da, destnîşan kir ku xebatên ku dixwazin Eqsayê bikin cîhê Cihûyîyan û nasnameya Eqsayê xera bikin ew ê beyhude be.

Di daxuyanîya ku hat kirin de weha hat gotin, “Dubarebûna êrîşên şênîyên îşxalkeran a li dijî Eqsayê, Cîhûyîkirina Eqsayê û xerakirina nasnameya wî pêk neyê. Xelkê me, berxwedana me û ciwanên me ew  ê îzîn nedin ku tu planekî li dijî Quds û Mescîdî Eqsayê serfiraz be.” (ÎLKHA)