Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Tenduristiye ya Filistine ve li Xezzeye hat dayin de der bare erişen îşxalkeran yen 312 rojin yen li ser Xezzeye de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de artêşa îşxalker di êrîşên li ser herêmên cuda yên Xezzeyê de 2 qetlîam pêk anîn, di van êrîşan de 32 Filistînî şehîd bûn û 88 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku di êrîşên ku ji 7ê cotmehê vir va ji teref rejima îşxalker ve li ser Şerîda Xezzeyê hatin kirin de hejmara şehîdan derket 39 hezar û 929an û hejmara birîndaran jî derket 92 hezar û 240î. (ÎLKHA)