Li ser “Pêşî Peya/Once Yaya” hişyariya trafîkê ya kurdî ku ji teref kesên ku ne dîyarin hatine boyaxkirin û bi tirkî nivîsên “Tirkîye Tirke Wê Tirk Bimîne” hatibu nivîsandin.

Derheqê mijarê de Navenda Giştî ya MAZLUMDER'ê daxuyanî belavkir û got, “Demek di çapemeniyê de cih digirt ku hişyariyên trafîkê yên kurdî ku ji aliyê hin şaredariyan ve li ser cadde û rêyan hatibûn nivîsandin, bi talîmata Wezareta Karên Navxweyî hatin jêbirin. Berîya her tiştî em dixwazin bi bîr bînin ku destpêkirina dîroka serlêdanan tabelayên kurdî, tabelayên hişyariyê û hwd. ne nû ye. Ev 15 sal in li bajarên ku nifûsa kurd lê zêde lê dijîn gelek caran pêkanînên bi vî rengî tên dîtin. Kurdî zimanê dayîkê yê bi milyonan mirovên vî welatî ye. Mafê mirovan ê siruştî ye ku xizmetê bi zimanê xwe yê zikmakî werbigirin. Kirinên ku tê wê maneyê ku dewlet zimanê zikmakî yê welatiyên ji nasnameyên cuda yên etnîkî qedexe dike an jî sînordar dike, bê şik di çarçoveya binpêkirina mafên mirovan de ne. Ji ber ku dewlet di encama hin hesabên provokatîf ên li ser medyaya civakî de li ser mijarên ku heta niha mudaxeleyî wan nekiribû, kir hedef, ji ber ku hêmaneke sûc heye, vê yekê derdixe holê ku sedemên evên tên kirin demkî û siyasîne, ne ji bo fikarên hiqûqî ne." (ÎLKHA)