Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji destpêka qirkirinê ji teref îşxalkeran ve 3 hezar û 400 qetlîam hatine kirin, hat ragihandin ku ji bo defn kirina şehîdan di nexweşxaneyan de ji 7an zêdetir mezelên komî hene.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Bakurê Xezeyê tevî gef û bombebaranên berdewam jî cih û warên xwe terikandine û hat diyarkirin ku rakirina nexweşxaneya Şîfa bandoreke mezin li ser xizmetên tenduristiyê jî kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tevî 25 hezar kesên ku li derveyî Şerîda Xezzeyê herî kêm 91 hezar birîndar nikarin bên dermankirin, hewcedarê dermankirinê ne. (ÎLKHA)