Li gorî xebera ajansa fermî ya Filistînê êrîş birin li ser taxa Ez-Zeytun, Kolana Ebu Hasîra, Kampa Penaberan a Bureyc û Xan Yunusê. Di encama êrîşên hovane yên ku ji teref siyonistên terorîst û îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de 35 kesên sîwîl şehîd bûn.

Li gorî daxuyanîya Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê yê li Xezzeyê hejmara şehîdan derketiye 39 hezar û 897 kesan.(ÎLKHA)