Bûyer li herêma Kevirê Reş a bajaroka Gêteya Silopîyê li nêzî ocaxa madenê teqîneke dijwar pêk hat.

Hat ragihandin ji ber teqîna ku pêk hat çend kesan canê xwe ji dest dan û herî kêm 5 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derbarê teqînê de daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.(ÎLKHA)