Bûyer, li Gireya Silopîyê li herêma kana madenê pêk hat.

Hat hînbûn ku li herêmê ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek pêk hat, di encama teqînê mirovên ku di nav wesayîtên derdorê de bûn tesîrdar bûn.

Di encama teqînê de herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku ji herêmê re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê bûyerê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat kirin. (ÎLKHA)