Endamê Sazîya Îdareya Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê Mehmet Emîn Olgun, derheqê xebatên xwe de agahîyan da û îfade kir ku ew di demeke nêz de ew ê projeyekî Malbata Bira bikin rewacê û ji ber nêzbûna vekirina dibistanan derheqê xebatên qirtasîyeyê de jî agahîyan da.

Olgun, “Em wek Weqfa Karwana Hêvîyê hem li nav welat hem jî li derveyê welat xebatên xwe yên alîkarîyê dikin û ji van xebatan yek jî alîkarîya zexîreyê ye. Emê li navenda Dîyarbekirê ji 600 malbatan re alîkarîyê bidin. Di kolîyên me de zexîre û tiştên taştê hene.”

Olgun derheqê projeya Malbata Bira de jî axivî û weha got, “Xûşk û birayên me yên ku dixwazin ji bernameya Malbata Bira re bibin sponsor, dikarin bi 750 Lîreyî ji malbatekî re kolîyekî amade bikin. Em ji niha ve ji ber xêrên wan ên ku bikin teşekurên xwe pêşkêş dikin, Xwedê ji wan razî be. Ji bona ku em fealîyetên xwe yên ji vana şûnve bidomînin divê xêrxwazên me ji me re alîkarîyan bikin û bi tevî alîkarîyên xwe ji me re bibin destek.”

Olgun destnîşan kir ku perwerdehîya sala 2024-2025an dest pê dike û ji ber vê yekê ew ji alîkarîya qirtasîyeyê re xwe amade dikin, derheqê vê meseleyê de jî Olgun weha axivî:

“Di meha Îlonê de ji bo malbatên me yên mexdûr û mihtac alîkarîya me ya qirtasîyeyê ew ê hebe. Em ê bi vebûna dibistanan ji zarokên xwe yên mexdûr re bibin alîkar û lazimatîyên wan temîn bikin. Bi vê wesîleyê xûşk û birayên me yên ku dixwazin bibin alîkar û bibin sponsor dikarin xwe bighêjînin me. Ji hemû kesên ku feydeya wan gihaştîye re em teşekurên xwe dişînin, Xwedê razî be.” (ÎLKHA)