Teşkîlata Parastina Sîvîl a Xezzeyê, daxuyand ku balafirên herbê yên aîdê rejîma îşxalker, li Nuseyrata Xezzeyê malên Fîlîstînîyan hedef girtin.

Di êrîşan de 4 Fîlîstînî şehîd bûn.

Li herêma Sewarîhaya Nuseyratê erdên çandinîyê û li Xan Yûnisê jî li dijî xanîyekî êrîş hat lidarxistin, di encamê de gelek Fîlîstînî birîndar bûn. (ÎLKHA)