Sîyonîstên îşxalker di pevçûnên li Xezzeyê de qebûl kirin ku sîyonîstekî dinê jî mirîye.

Hat îfadekirin sîyonîstê ku mirîye Tegmen Omar Ginzburgê ji Kîryat Tîvonê bûye û ji Tabûra 101emîn a Tûgaya Paraşûtbazê ye.

Ev îtîraf piştî daxuyanîya Qessam hat qebûlkirin ku Qessam gotibû ew li Newala Urdunê operasyonekî li dar xistine û xwedî li wê operasyonê derketin. Di vê operasyonê de micahîdekî Qessam, leşkerekî îşxalê hedef girtibû û hedefa wî îsabet girtibû.

Tûgayên Qessam, daxuyandibû ku ew vê operasyonê ji bo xwîna şehîdan bibe bersivekî li dar xistine, ji qetlîamên ku li Dibistana Tabîîn û Xezzeyê têne kirin re jî bersiv dane.

Qessam, daxuyandibû ku micahîdên wan ên li Şerîaya Rojavayê bîadên xwe yên ji Yahya Sînwar re eşkere kiribûn, bal kişandibûn ew ê operasyonên xwe bidomînin.

Çapemenîya îşxalê, daxuyand ku leşkerê ku hatîye kuştin Yonatan Deutsch e û ew çend meh berê li Xezzeyê bûye.

Li gorî daneyên sîyonîstan di nav vê 10 mehan de 690 leşkerên sîyonîstan hatine kuştin, lê daxuyanî û raporên îşxalê nîşan didin ku hejmarê rastîn ji yên ku hatine daxuyandin gelek gelek zêde ye. (ÎLKHA)