Ajansa Meteorolojîya Japonyayê (JMA), daxuyand ku hişyarîya ji bo “erdheja mezin” hatibû dayîn hêj derbasdar e.

Di daxuyanîyê de hat xwestin ku bila 29 wîlayet û 707 şaredarî ji bo afetekî xwe amade bikin.

Li welat, di mezinahîya 7,1an de erdhejek pêk hatibû, piştî erdhejê ji bo “erdheja mezin” hişyarîyek hatibû dayîn. (ÎLKHA)