Di êrîşa Ukraynayê ya li dijî herêma Kurskê ya Rûsyayê de 13 kes birîndar bûn.

Wekîlê Waliyê Herêma Kurskê Aleksey Smirnov ragihand ku parçeyên moşeka Ukraynayê ya ku ji aliyê pergalên parastinê yên Rûsyayê ve hatiye astengkirin, ketiye avahiyeke niştecihbûnê û şewat derketiye.

Smîrnov da zanîn ku heta niha 2 jê giran 13 kes birîndar bûne û 15 kes jî hatine rizgarkirin.

Çapemenîya Rûsî ragihand ku parçeyên mûşekan ên ku ketine zerar nedaye yekparçetiya avahî.

Ji aliyê din ve, Midûriyeta Giştî ya Îstixbaratê ya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ragihand ku hêzên Ukraynayê li Behra Reş li nêzî peravên Kirimê keştiyeke bilez a Rûsyayê KS-701 Tunets rûxandine.

Hat îdiakirin ku hêzên Ukraynayê di dema pevçûnê de bi Magura V5 18 keştiyên Rûsyayê xistine û 9 ji wan îmha kirine. (ÎLKHA)