Bernameya vê hefteyê ya Ciwanîya Azad parqa Hezretî Silêman bû.

Ji teref Serokatîya Baskên Ciwanî ya Dîyarbekirê ya HUDA PARê ve her hefte ji bona ku zarok û malbat demên xweş û bi kêf derbas bikin bernameyên Hevdîtina Parqan tê tertîpkirin.

Bernameya ku di parqa Hezretî Silêman de hat tertîpkirin bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Bername bi xwendiena cewşenê berdewam kir û bi sînevîzyona derheqê berxwedan Fîlîstînê de berdewam kir.

Hûnermendên Ajansa Ozlemê di bernameyê de merş, îlahî û qesîdeyan xwendin.

Bername piştî gohdarkirina şiîrê bi teqdîmkirina dîyarîyan dawî bû. (ÎLKHA)