Komîserê Ragihandinê yê Wîlayeta Benue, Matthew Aboh, ragihand ku çekdar bi şev hatine gundê Ayati û gule berdane.

Aboh destnîşan kir ku di êrîşê de 30 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Di nûçeyên çapemeniya neteweyî de hat îdîakirin ku di êrîşê de herî kêm 50 kes mirin.

Li wîlayeta Benue dem bi dem êrîşên çekdarî pêk tên. Herî dawî di êrîşa meha borî ya li eyaletê de 25 kes mirin. (ÎLKHA)