Cemîyeta Êsîrên Fîlîstînê diyar kir ku sîyonîstên îşxalker li Şerîaya Rojavayê êsîrgirtinên xwe zêde kirîye, di nav 2 rojên dawîn de 40 Fîlîstînîyên dinê jî hatin êsîrgirtin.

Cemîyeta Êsîrên Fîlîstînê diyar kir ku rejîma îşxalker ji destpêka operasyona Tofana Eqsayê vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê 10 hezarî zêdetir Fîlîstînîyan desteser kir.

Rejîma îşxalker ji ber ku HAMASê operasyona Tofana Eqsayê daye destpêkirin ji 7ê Cotmehê vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê Fîlîstînîyan bi îddîayên curbecur û beredayî êsîr digre. (ÎLKHA)