Ji teref Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Di van rojên dawî da bi taybetî li ser torên civakî bertekeke berfireh li hember daxuyaniyek ne rast ji aliyê kesayetiyeke Êzdî ve tê kirin. Em tekez dikin ku her binpêkirin û bêhurmetiya li hember bîr, bawerî û olekê nayê qebûlkirin û em şermezar dikin.

Di heman demê da, xeletiya yek kesî, ji kîjan olê dibe bila bibe, divê xeletiya hemû peyrewên wê olê neyê qebûlkirin. Ji ber vê yekê divê hemû aliyek pêgirê çanda hevqebûlkirin, lêborînê û pêkvejiyanê bibin û rê li ber dirustbûna gotarên kîn û înkarê bigrin.

Aliyên pêwendîdar ji lêkolîn û berpirsiyariya yasayî berpirsin. Em hemûyan piṣtrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê her û her wek mînaka pêkvejiyana aştiyane û birayetiyê bimîne. Ti hincet ji bo alozî û tehdîdkirina welatî, pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê nayê qebûlkirin.” (ÎLKHA)