Navenda Gîştî ya HUDA PARê ji ber Tirkîye mudaxîlbûna doza qirkirina rejîma siyonist a Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ragihand nirxandin kir.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku, Tirkîye di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî de mudaxîlbûna doza qirkirina rejîma terorê ragihand her çiqas dereng be jî gavek muhîm û musbet e.

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin, teklîfa qanûna HUDA PARê a derbarê hemwelatiyên Tirkîyeyê beşdarî sûcên qirkirinê bûnin de di dewra qanûna nû de di rêza ewil a rojevê de cih bigre û hewceye bibe qanûn.

HUDA PARê bang kir ku Tirkîye û hemû welatên li dijî qirkirinê ne bila bi rejîma terorê re hemû têkiliyên xwe bi dawî bikin. Hewceye li dijî qirkirinê gavên pêşîlêgirtin û ber bi çav bên avêtin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji ber vê yekê li dijî rejîma terora ku tu hiqûq û qûralên exlakê nasnake hewceye çerçoveya mueyîdeyan bê berfirehkirin. Tirkîye û hemû welatên li dijî qirkirinê ne hewceye bi rejîma terorê re têkiliyên xwe yê ekonomîk, sîyasî, û leşkerî bidawî bikin û ji sûcê qirkirinê re nebin hevpar, gavên ber bi çav bavêjin.”

HUDA PARê bang kir ku hemû qatîlên beşdarî sûcê qirkirinê bûne bila bên mahkemekirin:

“Hewlên ji bo rejîma îşxala siyonist bê sekinandin bila bi mahkemekirina terorist Netanyahû û çend qeşmerên wî re tenê sînordar nemîne.  Vê rejîma terora ku serdestiya welatan îxlal dike, cînayet û îşkenceyan dike, birçî dihêle, bebikan dikujin û kesên beşdarî sûcê qirkirinê bûne bila her kes bên mahkûmkirin.”

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku derbarê hemwelatîyên xwediyê du pasaportane û beşdarî sûcên qirkirinê bûne de teklîfa qanûnê hewceye di rêza ewil de cih bigre.

“Ji ber vê yekê me teklîfa qanûnê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir ku ji bo hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê yên beşdarî sûcê qirkirinê bûne bên mahkemekirin di dewra qanûna nû de hewceye di rêza ewil de cih bigre û bibe qanûn. Rejîma terora îşxalker ji her platformê bên mehkûmkirin, tenê bêne hiştin û berdêla sûcên pêk anîtîye bê dayîn.” (ÎLKHA)