Midûrtîya Hewaya Sîvîl, daxuyand ku li herêma Aysena başûrê Şîlîyê balafireke biçûk ket xwarê, di encamê de balafirvan û 6 kesên ku di nav balafirê de bûn canê xwe ji dest dan.

Hat destnîşankirin ku sedema qezayê nayê zanîn û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.

Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên herêmî hatine bidstxistin hêj enqaza balafirê nehatîye dîtin. (ÎLKHA)