Rejîma îşxalker a ku her roj bi êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê bi dehan Filistînî qetil dike, bi her awayî hewl dide êş û jana însanî ya li herêmê zêde bike.

Îşxalkeran ji 7ê cotmehê vir ve dorpêça hewayî, bejahî û deryayî li ser Xezzeyê danîye û di heman demê de nahêlin xelk bigihêje ava paqij.

Derbarê mijarê de ji teref Şaredarîya Xan Yûnisê ya Xezzeyê ve daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin, artêşa îşxalker li bajarê Xan Yûnisê tesîsa taybet a paqijkirina ava behrê û 37 bîrên avê ji 26 bîrên avê tehrîp kirine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev rewş nîşan dide ku ji sedî 70ê ji çavkaniya avê ya bajêr nayê îstîfadekirin.

Di daxuyanîyê de hate gotin ku îşxalkeran her wiha nêzî 220 kîlometre şebekeya veguhestina avê tehrîp kirine. Li herêma El Mewasî ya li rojavayê bajêr zêdeyî milyonek û 200 hezar kes hene, lê ji ava paqij bêpar û mehrûm mane.

Di daxuyanîyê de bang hat dayin ku “Ji ber kêmbûna avê, bi taybetî ji bo paqijiya şexsî, nexweşiyên enfeksîyonê gav bi gav di nav koçber û ehlê herêmê de belav dibin. Şaredarî ji bo xebitandina santrala paqijkirina ava behrê bi kêmasiyek mezin a sotemeniyê re rûbirû ye. Ev yek jî ji bo şaredariyê zehmetiyek mezin.” (ÎLKHA)