Di meha Hezîrana borî de li çarrêya qantara Dîyarbekirê qezaya trafîkê pêk hatibû, di encama wê qezayê de kesekî canê xwe ji dest dabû û ji ber vê yekê di navbera malbatên Çîcîhan û Esgînê de neyartî dest pê kiribû.

Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê jî ji bona ku neyartî mezin nebe dest bi kar kir û wan li hev anît.

Herdu malbat jî di Serokatîya Bajêr de hatin cem hev û ji bo aştîyê dua hat kirin û peyama yekîtîyê hat dayîn.

Di hevdîtinê de ji herdu malbatan jî rîspî beşdarî bûn, aştî û biratîya di Îslamê de heye hat bibîrxistin û hat xwestin ku bila meseleyên xerab ên berê neyên jibîrkirin. (ÎLKHA)