Weqfa Karwana Hêvîyê li her derê erdnigarîya îslamê xebatên xwe yên alîkariyê bênavber dewam dike.

Weqfa Karwana Hêvîyê li Efxanistanê jî xebatên xwe dabû destpêkirin û hê jî xebatên xwe bê navber didomîne. Weqfa Karwana Hêvîyê gelek lazimatîyên xelkên feqîr û malbatên şehîdên ku ji teref Emrîqa û welatên emperyalîstan ve hatine şehîd kirin bicîh tîne.

Serokê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derbarê xebatên xwe yên li Efxanistanê de agahîyan da.

Kurtaran di axavtina xwe de weha got: “Berê niha me li xezneya Efxanistanê  û li herêma Melekdînê xebatên xwe yên alîkariyê kiribû. Me qurbanên nezrê û xêrên din ên xêrxwazan li herêmê belav kir. Înşallah wê bi alîkarîya xêrxwazan emê bighêjin gelek malbatên feqîr. Me gelek lazimatîyên malbatên feqîr û malbatên şehîdan tedarik kir. Niha jî me li Melekdîn, Darûsselam û herêmên derdora wê zîyaret kir û xebatên me yên alîkariyê li wir jî hatin destpêkirin. Me ji bo malbatên şehîdan ku êtîmê ûmmetê ne, gundekî ava kir. Di vî gundî de  24 xane hene, camîyek heye û cîhê sihetê heye. Em alîkarîyê dikin, lê ew gelekî zêde vê yekê heq dikin. Xwedê xêra xêrxwazan qebûl bike. Em wezîfeya xwe ya pirbûnê ya di navbera feqîr û xêrxwazan de didomînin. Xwedê xêra hemû kesan qebûl bike.” (ÎLKHA)