Li gorî çavkanîyên herêmî di seat 16.42yan de (li gorî seatên Tirkîyeyê 10.42) li bajara Hyuga Nadaya Japonyayê erdhejek pêk hat.

Hat destnîşankirin ku mezinahîya erdhejê 6,9 hatîye pîvandin û 30 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye encax Ajansa Meteorolojîya Japonyayê mezinahîya erdhejê ji 6,9an derxist 7,1an.

Piştî erdhejê ji bo benderên Miyazaki, Kochi, Ehime, Kagoshima û Oitayê hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn.

Heta niha xeberên candayîn an jî zerarên meddî nehat dayîn. (ÎLKHA)