Qeza, doh êvarê li Bûlwara Elazig a navçeya Bajara Nû pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 46 VD 677 ya ku di bin îdareya O.F.T. de bû, ji ber ku hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li malbata ku di rêya peyayan de bû û dûre jî li motorbisiqleta bi plaqeya 21 ACN 622 ya ku di bin îdareya K.E. (45) qelibî.

Di encama qezayê de 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin û hat tespîtkirin ku şofêrê wesayîtê O.F.T. ku hatibû binçavkirin eraqê xwarîye.

Hat diyarkirin ku motokurye K.E. digel tamamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin û hêj berdewam dike. (ÎLKHA)