Li gorî agahîyên ku ji mirovên bûyerê dîtine ve hatien bidestxistin, li Xezzeyê li dijî sîvîlan êrîşa asîmanî li dar xist.

Yekîneya Parastina Sîvîl a Xezzeyê, destnîşan kir ku li Xan Yûnisê êrîşa asîmanî li dar xist, di encamê de 20 Fîlîstînî şehîd bûn.

Di êrîşên ku li dijî çend cîhan hatin kirin de jî 5 Fîlîstînî şehîd bûn.

Hat diyarkirin ku ev bû 91 roj e îşxalkeran nahêlin ku tu alîkaîryek bikeve nav Xezzeyê.

Artêşa rejîma îşxalker ji 7ê Cotmehê vir be li Xezzeyê qirkirin û qetlîama xwe didomîne.

Di encama wan êrîşan de heta niha 39 hezar û 677 Fîlîsîtînî şehîd bûn.

Hejmarê birîndaran jî gihaşt 91 hezar û 645an.

Hat ragihandin ku gelek şehîd di bin kavilan de ne û rejîma îşxalker nahêle ku ekîbên xelaskirinê û ambûlans herin. (ÎLKHA)