Wezareta Tenduristiyê ragihand ku Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Sivîl agahiyek wergirtiye ku di encama gulebarana hêzên îşxalker li bajarokê Kefr Kud a navçeya Cenîn de 2 ciwan şehîd bûne û 3 ciwan jî bi giranî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku 2 şehîdên bi navê Velîd Cemal Muhammed Huseyîn (33) û Xîdir Huseyîn Xîdir Ebu Katana (33) ne.

Li gorî şahidan; Artêşa îxşalke li gund malek dorpêç kir û gulebaran kir û di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Li Şerîeya Rojava ya ku ji doh ve hatiye dorpêçkirin, di êrîşên cuda yên ku ji teref hêzên îşxalker ve hatin kirin de 9 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Li aliyê din ciwanê bi navê Muhammed Rizk Hamaş ê îro danê sibê li Betlîsê bi îdiaya ku bi kêrê li nêzî benda kontrolê pêk anî, bi guleyên dagirkeriyê şehîd bû. (ÎLKHA)