Di xebera ku di çapemenîya îşxalkeran de hat îfadekirin de di hat destnîşankirin ku di operasyona ku li çarrêya gundê El-Mezrayê hat lidarxistin de îşxalkerekî pêşî giran birînda bûye û dûre mirîye û herî kêm 5 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku li baregeha leşkerî ya Şeragayê îşxalkerekî sivik birîndar bû. Rojnameya Yedioth Ahronothê destnîşan kir ku, li Celîleya Rojavayê bi operasyona ÎHAyek hat lidarxistin û di encamê de xesareke ciddî û orte pêk hatîye.

Rojnameya Israel Hayomê jî diyar kir ku di navbera Akka û Hayfayê de li cîhekî leşkerî dûman derket û li Hayfayê dengê teqînê pêk hatin.

Hîzbullah daxuyand ku ew li dijî îşxalkeran operayonek li dar xistine. Hat daxuyandin ku micahîdê Hîzbullahê, bi guleyên topan herêma El-Mercê hedef girtin. (ÎLKHA)