Li Sûrîyeyê baregehên ku hêzên Emrîqaya îşxalker li wê derê ne ew ê ji teref endamên PKKê ve bêne parastin.

Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên herêmî hatine bidestxistin, Emrîqaya îşxalker, ji baregehên Robarya, Rumeylan û Şeddadîya Hesekêyê ji baregehên sehaya petrol a Omer û Konîkoya nêzê Çemê Firatê re 700 endamên PKK/YPGê sewq kir.

Hat destnîşankirin ku konvoyekî leşkerî ya ku 70 heb wesayît bûn ji baregeha sehaya petrol a Omer û Konîkayê re gihaştin.

Emrîqa doh jî ji Iraqê bi 4 helîkopteran ji baregeha Rumeylan a Hesekê re personel sewq kiribû.

Piştî êrîşên li dijî Xezzeyê ji baregehên Emrîqaya îşxalker re ji teref SÎHAyan ve ji bejahî û hewayê fuze têne avêtin. (ÎLKHA)