Wezareta Karên Hindir yê Koreya Başûr, daxuyand ku di 20ê Gulanê – 3yê Tebaxê de 11 kesan ji ber germahîyê canê xwe ji dest dan, di hezar û 546 kesan de jî ji ber nîşanên nexweşînên germê serlêdana nexwaşxaneyê kirin.

Hat diyarkirin ku 235 hezar û 880 heywanên cotgehê tev de 257 hezar û 483 heywan û 5 hezar û 867 masî jî ji ber germahîyê telef bûn.

Îdareya Meteorolojîya Koreyê, diyar kir ku herî kêm ew ê 10 roj jî ev hewa berdewam bike.

Rayedaran, derheqê germahîyê de ji xelkê re hişyarîyan da. (ÎLKHA)