Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku, bila welatîyên Tirkîyeyê yên ku li Libnanê ne bi dîqet bin û yên ku ne mecbûr in li Libnanê bimînin bila Libnanê terk bikin.

Di hişyarîya Wezaretê de weha hat gotin:

“ *Welatîyên me yên biqînet, ji ber rewşên dawîn ên li herêma me, îxtîmalekî mezin e ku rewşa ewlehî ya li libnanê di nav lezekî de xera bibe.

*Ji ber vê yekê, welatîyên me heta ku mecbûr nemînin bila neçin Libnanê.

*Welatîyên me yên ku li Libnanê ne jî bila bidîqet bin, heta ku mecbûr nebînin bila neçin Nebatîyeh,  Libnanê Başûr, Bekaa û Baalbek-Hermelê û welatîyên me yên ku ne mecbûr in li Libnanê bimînin tewsîyeya me ye ku bila Libnanê terk bikin.

*Rewşa nû bila ji sîteya înternet a fermî ya Wezareta me bêne şopandin.” (ÎLKHA)