Cemîyeta Êsîrên Fîlîstînî diyar kirin ku li Şerîaya Rojava û Qudsê êrîşên sîyonîstan berdewam dikin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku artêşa rejîma îşxalker li Beytullahîm, El Xelîl, Cenîn, Nablus  û Ramallahê ji êvarê heta serê sibehê êrîşan li dar xist, di encamê de herî kêm 25 Fîlîstînîyan desteser kir.

Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê hejmarê Fîlîstînîyên ku hatine desteserkirin derket 9 hezar û 955 kesan. (ÎLKHA)