Çavkanîyên herêmî diyar kirin ku balafirên herbê yên rejîma sîyonîst di heman demê de dibistanên El Nasr û Hasan Selemeyê bombe kirin.

Di dîmenan de hat dîtin ku di dibistanan de ku bi hezaran Fîlîstînîyên ku malên wan xera bûne û xwe sipartine dibistanan agir derket û mirovên derdorê jî alîkarîya birîndaran kirin.

Parastina Sîvîl a Xezzeyê, îfade kir ku ew ji ber ku amûrên wan xera bûna nikarin serî bi bomberdûmana îşxalkeran re derkevin û endamên wan jî bi hemû îmkanên xwe dixebitin.

Hat îfadekirin ku bi tevî van şehîdan ji doh êvarê vir ve hejmarê şehîdan herî kêm derket 55 kesan. (ÎLKHA)