Li gorî daxuyanîya ku ji teref Qraltîya Urdinê ve hat belavkirin, Qral Abdullahê 2yemîn û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, li ser telefonê bi hev re axivîn.

Qral Abdullahê 2yemîn destnîşan kirîye ku bila li herêmê sikûnet bê çêkirin û pêşîya firehbûna pevçûnên li Xezzeyê bê girtin.

Qral Abdullahê 2yemîn îfade kirîye ku divê felaketa însanî ya li Xezzeyê bê dawîkirin û agirbestekî mayînde bê çêkirin, di bin bingeha çareserîya du dewletî ya di bin sînora 4ê Hezîrana 1967an de aştîyek bê çêkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokkomarîya Fransayê ve hat belavkirin de jî weha bal hat kişandin, “Divê gengeşîya leşkerî ya ku li herêmê zêde dibe çi dibe bila bibe bê astengkirin.” (ÎLKHA)