Ahund her wisa payemeke tazîyeyê ji bo gelê Filistînê weşand û ji bo gelê Filistînê sersaxîyên xwe anî zimên û şehadeta Henîyye tebrîk kir.

Ahundê ku destnîşan kir ew qetlîam û qirkirina ku ji teref siyonistan ve li Xazzeyê tê kirin kêmasî û noqsanîya siyonistan destnîşan dike û ji bo ku ew li ser vê mexlûbîyeta xwe bigrin sûîqest li Henîyye kirine. Ahund i berdewama nirxandina xwe de wiha got: “Ev sûîqesta ku li Serokê Buroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye hat kirin him qeybeke mezin a dilşewat e û him jî bi şiklekî aşkere îhlalkirina nirmên hiqûqî yên navneteweyî ye. Ew ê micadeleya di rêya azadî û heq û mafan de a gelê Filistînê berdewam bike.”(ÎLKHA)