Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên îşxalker bi balafirên şer êrîş birin li ser konên ku li hewşa Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê hatibûn vedan û kesên sîwîl lê diman. Di êrîşê de 5 kesên sîwîl şehîd bûn û gelek kesên sîwîl jî birîndar bûn.

Siyonistan li Deyr el-Belahê jî êrîş birin li ser mala malbatekê. Di vê êrîşê de jî 3 kes şehîd bûn.

Siyonist dîsa bi balafirên şer êrîş birin li ser malbata Amudî ya li Kampa Cîbalîyayê. Di vê êrîşê de jî herî kêm 8 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)