Bi deh hezaran kesên ku di pêşîvantîya sazîyên civakên sîwîl ên Îslamî daketin kolanan destekên xwe ji bo Filistîn û doza Filistînê diyar kirin û her wisa rejîma terorîst şermezar û telîn kirin.

Daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî ya ku li ser Kolana Gulistanê hat tertîpkirin piştî demekê bû mîna mîtîngekê. Tesmîlkarên partîyên siyasî, temsîlkarên STKyan, alim û rîspî jî beşdarî daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî bûn.

Hemwelatîyên ku bênavber tekbîran dianîn di aleyhê rejîma terorê de sloganan avêtin.

Bernameya ku xelqê eleqeyeke zêde nîşanî da bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir. Piştî tîlawetê Mela Musa Ekîncî bi Kurdî derbarê ehemmîyeta doza Qudsê û qetlîama ku li Xazzeyê tê kirin de axavtinek kir.

Piştî axavtina Mela Mûsa Ekîncî daxuyanîya çapemenîyê ji teref Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê Nureddîn Temûr ve hat xwendin.

Temûr di axavtina ku kir de destnîşan kir ew siyonistên terorîst ên ku temamê desteka alema xerbê û dijminên Îslamê dane pey xwe bêyî ku rê û rêbazên exlaqî û hiqûqî nas bikin gelê Filistînê yê Misliman qetil û qir dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû 11 meh ku rejîma terorê li Xazzeyê bêyî ku ferqê têxe navbera pîrek, zarok, ciwan û îxtîyaran zêdetirî 40 hezar kesan qetil kir. Her wisa bi milyonan kes jî ji teref wan ji birçîbûnê re hatin mahkûmkirin. Li ser wan axên îşxalkirî ji bilî qetlîam û qirkirinên ku tên kirin zilm û zordarî li wan kesên ku tên êsîrgirtin jî tê kirin. Divê neyê jibîrkirin ev herba li wê derê herbeke li dijî Îslamê ye. Ev şer şerê heq û batilê ye. Divê em baş bizanibin  ger siyonist li Xazzeyê xalib bibin ew ê ti cihekî alema Îslamê ne di ewlehîyê de be.”

Bername bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)