Îsmaîl Henîyye Serokê Biroya Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) li Tehranê di encama sûîqestekî de şehîd bû.

Şehîd Îsmaîl Henîyye berîya şehadeta xwe daxuyanî da û got, "Bila 3yê Tebaxê ji bo piştgirîkirina gelê Xezzeyê û birayên me yên di girtîgehên îsraîlê de ne bibe roja neteweyî û navneteweyî ya."

Di derbarê mijarê de ji teref HUDA PARê ve daxuyanîyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de weha hat îfadekirin:

“Der barê banga şehîd Îsmaîl Henîyye ya 3yê Tebaxê de...

Xûşk û birayê min ên delal!

Îro dema wê ye ku em guh bidin dengê wijdanê xwe û li cem edalet, heqîqet û mirovahiyê bisekinin. Yek ji pêşengên doza Filistînê Îsmaîl Henîyye şehîd bû, lê têkoşîn û bangawaziya wî didome.

Şehîd Henîyye; Bila guh bidin banga: ‘Bila 3yê Tebaxê bibe roja neteweyî û navneteweyî ya piştgirîkirina gelê Xezzeyê û birayên me yên di girtîgehên îsraîlê de ne.’ Werin em îro weke dengê edalet, heqîqet û mirovahîyê li qadan derbas bikin.

Haydê!

Werin em îro bi hev re li qadan bicivin. Em dengê xwe bilind bikin û li dijî zilmê bisekinin. Werin em bibin dengê birayên xwe yên şehîd Îsmaîl Henîyye û azadîyê (ÎLKHA)