Li paytext Mogadîşûya Somalîyê bi bombeyê êrîş hat kirin.

Di êrîşa ku otêlek û plajek jê tesîrdar bûn de herî kêm 32 kes canê xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn.

Mirovên ku bûyerê dîtin, îfade kirin ku xwekujekî xwe teqandîye, êrîşdarên dinê jî li derdorê gule reşandine.

Polêsê Somalîyê, got ku ji 6 êrîşdaran 5ê wan hatine kuştin, êrîşdarekî jî bi saxîtî hatîye xelaskirin.

Hat îfadekirin ku êrîş ji teref endamên Eş-Şebabê ve hatîye kirin. (ÎLKHA)