Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî yê HAMASê li Tehran paytexta Îranê di dema ku li mala ku lê bêhna xwe dida bû ji teref siyonistên terorîst ve hat şehîdkirin. Cenazeya Şehîd Îsmaîl Henîyye ji bo bê definkirin hat şandin Dohaya paytexta Qatarê.

Rayedarên gelek welatan beşdarî merasîma cenazeyê ya Şehîd Îsmaîl Henîyye bûn. Yek ji wan rayedarên ku beşdarî merasîmê bû Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bû.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu digel Wekîlên Serokê Giştî Şahzade Demîr, Xalef Yilmaz, û Alîkarên Serokê Giştî  Serkan Ramanli û Faruk Dînç pêkve beşdarî merasîmê bûn.

Şehîd Îsmaîl Henîyye piştî merasîma ku hat lidarxistin li bajara Lusaîlê hat definkirin.(ÎLKHA)