Doh di seat 16.30yan de li Dîyarbekirê di Sîteya Senayîya 2yemîn de ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewatek derket.

Şewata ku derket di demeke kurt de mezin û belav bû, 3 dikanên dinê jî kir bin tesîra xwe.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Digel midexeleya ekîbên îtfaîyeyê şewat mezin bû û ji bin kontrolê derket belavê dikanên dinê bû. Ji ber ku ekîbên hatibûn cîhê şewatê, li ber şewatê kêmasî man ji cîhê şewatê re ekîbên destekê jî hatin şandin.

Ji ber ku şewat mezin û belavê dikanên dinê jî bû ekîbên ku girêdayê Midurtîya Daristanê ne, wesayîtên TOMAyê, wesayîtên avdana parqan û ekîbên AFADê jî midexeleyê kirin.

Amûrên ku bi desta dihatin xelaskirin bi tevî alîkarîya dikandarên dinê ji dikanan hatin derxistin.

Polês jî li herêmê ewlehîyeke mezin girt û ji herêma şewatê re gelek ekîbên tenduristîyê jî hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku 3 welatî tev de 4 kes ji dûmanê tesîrdar bûn. Welatîyên ku ji bûyerê tesîrê girtin ji teref ekîbên tenduristîyê ve li cîhê bûyerê hatin tedawîkirin.

Şewata ku derket piştî midexeleya 3 seat û nîvan hat vemirandin. (ÎLKHA)