Qeza, li Herêma Senayî ya Organîzeyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidstxistin wesayîta bi plaqeya 34 JG 6003 û wesayîta bi plaqeya 34 SL 1625 li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 8 kesên ku nasnameyên wan nayê zanîn birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Di heman rê de di 28ê Tîrmehê de di seatên êvarê de wesayîtek li mirovên ku ji dawetê derketibûn qelibîbû û di encama wê qezayê de jî 4 kes canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)