Bakirî, di bernameya ku ji bo Îsmaîl Henîyye hat lidarxistin de ji televîzyona dewlet a Îranê re axivî û weha got, “Berxwedan û em, ji bona ku xwîna şehîd li erdê nemîne bersiva ku em ê bidin dinirxinînin. Divê gavên curbecur bêne avêtin. îsraîl ew ê poşman bibe.”

Henîyye, ji bona ku beşdarî bernameya sondxwarina Serokkomarê Îranê yê nû Mesud Pezeşkîyan bibe li Tehranê bû.

Artêşa pasdaran di nêzê sibeha 31ê Tîrmehê de daxuyandibû ku li Tehranê ji Henîyye re êrîş hatîye kirin. (ÎLKHA)