Serokê Polîtîqayên Ciwanî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç ji ÎLKHAyê re derheqê êrîşên li dijî Libnanê û şehadeta Îsmaîl Henîyye de axivî û weha got, “Çûndina (şehadeta) Henîyye me ziîf nekir, ew ê me qewettir bike.”

Dînç di axavtina xwe de weha got, “Îsmaîl Henîyye ji teref îşxalker û qirkeran ve hat şehîdkirin. Ji teref îsraîla ku ti qural û qaîdeyek nasnake ve hat qetilkirin. Îsmaîl Henîye bes serokê HAMASê nebû, Îsmaîl Henîyye wijdana hemû însanîyet û civakê ye. Ew egîdekî ku ji bo însanîyetê micadeleyê dikir bû.”

Dînç di dawîya axavtina xwe de weha got, “Ew difikirin ku bi qetilkirin û şehadeta Îsmaîl Henîyye ev daw û doz bi dawî dibe. Ew difikirin ku dawa Filistînê ya meşrû û heqdar wê bi dawî bibe. Tu carî tiştekî wiha tuneye û wê nebe jî. Ji niha û pê ve em hemû endam û mensûbên HAMASê ne. Em hemû mucahîdên Îsmaîl Henîyye ne. Înşallah çi ji destê me bê em ê bikin û em ê bidomînin. Çûyîna Îsmaîl Henîyye me zeîf nekir, wê me bihêztir bike û hê zêdetir bike. Emê bi hevdu re bibin perçîn. Bi Îzna Xwedê e wê rojekî were û Quds azad bibe. Filistîn azad bibe. Li ser rûyê erdê sîyonîzm nemîne.” (ÎLKHA)