Abdusselam Henîyye, piştî şehadeta bavê xwe daxuyanîyan da. Abdusselam Henîyye di daxuyanîya xwe de weha got, “Ez bi tevî bavê xwe ji biçûktîya xwe heta îro bi tevî malbatên şehîdan jîyaneke sirgûn, esaret û zilmê dît, dîsa jî hemd ji Xwedê re ku me gihand vê şerefê.”

Abdusselam Henîyye destnîşan kir ku bavê wî heta niha 4 caran dûçarê sûîqestan bûye.

Henîyye weha ragihand, “Bavê min, ji yekîtîya netewî ya Fîlîstînê re ehemmîyetê daye, ji bo yekîtîya sefên berxwedana Fîlîstînê xebatê kirîye û ev sûîqest, ew ê qerarîya berxwedanê nede sekinandin.” (ÎLKHA)