Demîr, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de bibîr xist ku ew ji bona ku Îsmaîl Henîyye ku li Tehranê di encama sûîqestekî de hatibû şehîdkirin di Meclîsê de biaxive daxwaz kiribûn.

Demîr destnîşan kir ku Henîyye ji ber ku bi êrîşeke namerdane û tirsonekî gihaşt şehadetê ev pêk nehat, “Divê Xalid Meşalê ku ji Serokatîya Biroya Sîyasî Ya HAMASê re hatîye tayînkirin bi temsîlkartîya Xezzeyê û bi tevî Mahmud Abbas dawetî Meclîsê bêne kirin û ji Meclîsê re xîtab bikin.” (ÎLKHA)