Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Em kuştina Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye ku li Tehranê di mala xwe de bi fuzeyê hat kuştin bi tundî şermezar dikin. Bang li alîgirên ku eleqedar in dikin ku bila îtîdalek nîşan bidin.” (ÎLKHA)