Xamaneî, derheqê şehadeta Îsmaîl Henîyye de peyam da.

Xamaneî, di sûîqestê de rejîma sîyonîst mesul girt û weha got:

“Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm, Înna Lîllahî We Înna Îleyhî Racîûn. Xelkê Îranê ya bi rûmet, Serokê qehreman û bijarte yê Fîlîstînê Birêz Îsmaîl Henîyye doh êvarê gihaşt Xwedê û cepheya berxwedana mezin ket nav xemgînîyê. Rejîma sîyonîst a qatil û terorîst, mêvanê me yê birûmet di mala me de şehîd kir û dilê me peritand. Feqet ji bona xwe jî zemîneke cezaya giran amade kir. Şehîd Henîyye, bi salan e jîyana xwe ya birûmet di sehaya micadeleyê de derbas kir û ew ji şehadetê re amade bû. Ewlat û xizmên xwe di vê rê de feda kir. Ew, di rêya Xwedê de bû û di rêya xelaskirina ebdên Xwedê de bû û di vê rê de jî netirsîya ku şehîd bikeve. Feqet em, di vê bûyera tel û jandar ku di nav Komarîya Îslam a Îranê de pêk hatîye de heyfgirtina xwîna wî ji bo xwe wek wezîfeyek dibînin. Ez ji ummeta Îslamê re, ji cepheya berxwedanê re, ji xelkê birûmet û şanaz yê Fîlîstînê re, bi taybetî jî ji malbata rêhevalên wî yên ku bi wî re şehîd bûye re şîna xwe dişînim. Ez ji Xwedê dixwazim ku bila cîhê wan bilind bike.” (ÎLKHA)