Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê derheqê şehadeta Îsmaîl Henîyye de daxuyanîyeke niviskî parve kir.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“ ‘Bê guman em aîdê Xwedê ne û em ê ji Wî re vegerin…’

Şehîd Îsmaîl Henîyye, serokekî zana û biqerar ê Fîlîstînê ya di micadeleya xwe ya serfiraz de û di cîhada xwe de fedekarîyên muhîm dikir, bi vê şeklê soza xwe bi cîh anît bû.

Şehîdî ji bo Misilmanekî û ji bo şoreşekî temsîla zeferekî muazzem e; bi rastî ew jî serfiraz bû û ji bo şopînerên xwe berxwedan, sebir, ezîm, micadele û fedekarîyê mîras hişt.

Em ji malbata wî ya xemgîn re, ji serokatîya HAMASê re û ji micahîdên ku li hember sîyonîstên îşxalker berxwedana xwe didomînin re şîna xwe bi dil û can teqdîm dikin. Em ji Xwedayê dilovan dixwazin ku bila ji şehîd Henîyye re beheşta bêdawî bike nisîb û ji malbat û hemû micahîdan re jî sebr û qewetê bide.

Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, HAMASê û parastina axên pîroz a Fîlîstînê hem wezîfeya Îslamî hem jî wezîfeyeke însanî dibîne. Em rejîma sîyonîst jî ku li hember Misilmanên Fîlîstînê wehşetê bikartîne, wan bombe dike weka ku însanîyetê qir dike dibînin û wan bi tundî şermezar dikin. Em şehîdbûna ev şexsîyetê mezin ji bo ummeta Îslamê û doza cîhadî windayîyekî mezin dibînin.

Em bi taybetî ji alema Ereb û Îslamê ku alîgirên tesîrdar in re banga xwe ya zêdekirina xebatên xwe yên astengkirina wehşeta sîyonîstan dubare dikin.

Sûcên rejîma îşxalker ku berdewam dikin bêguman ew ê li herêmê û welatên herêmê bibe sedema bêîstîqrarîyeke zêde. Ev bêhizûrî û encamên xerab jî di bin mesulîyeta sîyonîstên îşxalker û alîgirên wan de ye.” (ÎLKHA)