Yapicioglu li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî peyama şînê parve kir.

Peyama Yapicioglu weha ye:

“Ey yên ku bawerî bi Xwedê anîtine! Bi sebr û nimêjê ji Xwedê alîkarîyê bixwazin. Bê guman Xwedê li cem yên ku sebr dikin e. Ji wan kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin ‘mirî’. Na, ew zindî ne, feqet hûn nizanin.

Înna Lîllahî We Înna Îleyhî Racîûn. ‘Ji Muminan wisa zilam hene ku, li ser soza xwe ya ku ji Xwedê re dane sekinîn. Hinek ji wan (bi şehîdbûna di rêya Xwedê de) soza xwe bi cîh anîtin, hinekên wan jî li bendê ne. Soza ku dane tu dem neguhertine.’ (Sûreya Ehzabê -23)

Di vê êrîşa gemar û namerdane ya rejîma terora sîyonîst ku li Tehranê pêk anît de Îsmaîl Henîyye yê serokê HAMASê ye, bi tevî parêzvanê xwe şehîd bû. Rebbê min bila şehadeta wan mibarek bike, meqamên wan alî bike. Bila rihê wan şa bibe. Êrîşa ku rejîma sîyonîst li dar xist tenê Fîlîstînê tehdît nake, ev di serî de welatên herêmê û hemû welatên Îslamê hetta însanîyetê tehdît dike û cardin nîşan daye ku ew li ber aşîtîyê astengekî mezin e. Misilmanên ku di nav yekîtîyê de gaveke bi çavan bê dîtin navêjin û li hember rejîma sîyonîst a ku qirkirin û qetlîamê dike dest bi kar nakin, ne hewceye ku bibînin ew rêxistineke çawa ya terorê ye û li hember wê rêxistinê rûbirûne? Hilweşîna sîyonîzmê ku xerabûna teqez e tenê meseleyeke wextê ye. Divê hemû kes hesaba xwe li gorî wê bike.

Rejîma sîyonîst çi dike bila bike ew ê ji tunebûnê xwe xelas neke û wan êrîşên namerdane jî Berxwedana Fîlîstînê nede sekinandin. Ez ewladên egîd ên Berxwedanê ku li hember êrîşên rejîma sîyonîst wek çîyayekî disekinin, piştî ku serok/fermandarên xwe şehîd didin encax bi ezim û cesaretê xwe gur dikin silav dikim. Em ê di sekina xwe ya li cem birayên xwe yên Fîlîstînê ne de paşgavan navêjin. Ji Xwedê ji bo birayê xwe Îsmaîl Henîyye ku gihaştîye şehadetê û ji hemû şehîdên dinê re daxwazîya rehmê dikim, ji xûşk û birayên xwe yên Fîlîstînî re jî sebrê dixwazim.” (ÎLKHA)